Di dema vemirandina şewatê de teqîn çêbû: 1 mirî, 7 birîndar

Hate zanîn ku di dema vemirandina şewata li Laziqiyê de teqînek çêbû û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Di dema vemirandina şewatê de teqîn çêbû: 1 mirî, 7 birîndar
1 mijdar, 2024   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya ser bi hikumeta Şamê ve, rêveberê Gerînendetiya Tenduristiyê ya Laziqiyê Hozan Mexlûf diyar kir di dema vemirandina şewata li gundê Bîtar ê Qidaha yê Laziqiyê de cismek teqiyaye. Mexlûf diyar kir ku di encama teqînê de welatiyek miriye û 7 jî birîndar bûne.

Ji yekşema borî ve li çiyaya Erîn ê Qirdahayê şewat li daristanan derketibû.

Şewat ji gundê El Mûşrifa ber bi El Bedrosiyê ve belav bû û gihaşte gundên Umitlî, El Umme û El Esfûra yên Laziqiyê. Ji ber şewatê ziyaneke mezin gihaşt daristanên herêmê.

(bb)