Li Şedadê merasîma 2 cangoriyan

Li bajarê Şedadê cenazeyê şehîdê Hêzên Komandos Ehmed Hemade spart axê û şehîd Mihemed Elî hat bibîranîn.

Li Şedadê merasîma 2 cangoriyan
Li Şedadê merasîma 2 cangoriyan
Li Şedadê merasîma 2 cangoriyan
Li Şedadê merasîma 2 cangoriyan
Li Şedadê merasîma 2 cangoriyan
Li Şedadê merasîma 2 cangoriyan
Li Şedadê merasîma 2 cangoriyan
Li Şedadê merasîma 2 cangoriyan
Li Şedadê merasîma 2 cangoriyan
Li Şedadê merasîma 2 cangoriyan
Li Şedadê merasîma 2 cangoriyan
Li Şedadê merasîma 2 cangoriyan
Li Şedadê merasîma 2 cangoriyan
Li Şedadê merasîma 2 cangoriyan
13 ÇILE, 2025   16:02
HESEKÊ

Şervanê Hêzên Komandos ên QSDˈê Dilşêr (Ehmed Hemed Hemade) yê 11ˈê Çileya îsal dema erka xwe bi cih dianî li Dêrazorê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a li Şedadê hat oxirkirin. Di merasîmê de şervanê QSDˈê Fehed (Mihemed Mehmûd Hec Elî) yê 7ˈê Çileyê li Dêrazorê şehîd bûbû hat bibîranîn. Bi dehan şêniyên Şedadê, malbatên şehîdan û nûnerên saziyên sivîl beşdarî merasîmê bûn ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê ve hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û torana leşkerî ya QSDˈê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Welade El Mihemed axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Welade  El Mihemed got: "Şehîd ew kesên ku bi xwîna xwe destanên lehengiyê nîvisandin û ji bo azadiya rûmeta gelê xwe canê xwe feda kirin."

Ji fermandarên Hêzên Komandos ên Dêrazorê Ebdullah El Ebid jî axivî û ev tişt got: "Em sersaxiyê ji xwe û ji malbatên şehîdan re dixwazin. Şehîd lehengên rastqîn û xwediyê doza nîştimanî ne. Şehîd ji bo azadiya gelan canê xwe dikin feda."

Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîd Ehmed Hemade bi dirûşme û tilîliyên dayikan hat definkirin.

(bb)

ANHA