Gelê Reqa, Tebqa û Dêrazorê gihîşt Bendava Tişrînê

Gelê kantonên Reqa û Tebqa û Dêrazorê û koçberên kantona Efrîn û Şehba gihîşt Bendava Tişrînê.

Gelê Reqa, Tebqa û Dêrazorê gihîşt Bendava Tişrînê
Gelê Reqa, Tebqa û Dêrazorê gihîşt Bendava Tişrînê
13 ÇILE, 2025   16:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 8’ê Çileyê de bi hezaran şêniyên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî şer, ji gelek bajaran ber bi herêmê ve derketibûn rê.

Îro jî şêniyên kantona Reqa, Tebqa û Dêrazorê û koçberên kantona Efrîn û Şehbayê berê da Bendava Tişrînê û di van kêliyan de gihîştin bendavê. Gelê berê li bendavê bi coşeke mezin girse pêşwaz kir.

Bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina bendavê ji 8’ê Çileya 2024’an û vir ve, 6 roj e kom bi kom li bendava Tişrînê nebeta parastinê dikin.

(fr)