Li Şedadê êrişa DAIŞˈê: 2 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn

Şaneyên çeteyên DAIŞˈê li gundewarê bajarê Şedadê êrişî erebeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin. Di êrişê de 2 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn.

Li Şedadê êrişa DAIŞˈê: 2 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn
30 kanûn, 2024   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê ragihandiye, şaneyên çeteyên DAIŞˈê îro li ser rêya Şedadê-Deşîşe êrişî erebeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin.

Nûçegihanê me diyar kir ku di encama êrişê de 2 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn. Birîndar ji bo nexweşxaneya Şedadê hatin veguhestin.

(bb)

ANHA