Li Şedad, Amûdê û Til Hemîsê şehîd Viyan Soran hat bibîranîn

Kongra Star li gelek bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Viyan Soran di salvegera şehadeta 19ˋan de bi bîr anî.

3 sibat, 2025   16:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 19ˋan a şehadeta şehîd Viyan Soran Kongra Star rêzecivîn li dar xistin.

ŞEDADÊ

Rêxistina Kongra Star li bajarê Şedadyê yê kantona Cizîrê li hola meclisa bajêr ji bo bîranîna şehîd Viyan Soran civîneke girseyî li dar xist.

Di civînê de nûnerên ji sazî, meclisên bajêr û partiyan û malbatên şehîdan beşdar bûn.

Rêvebera Kongra Star Ruqeye El Heran axaftina destpêkirina civînê kir. Ruqeye got şehîd Viyan di nava tevgera azadiyê de têkoşîneke mezin meşand û di 2006ˋˊan de li çiyayên azad şehîd bû.

Her wiha fermandara YPJˋê Hêzil Mihemed jî li ser taybetmendiyên şehîd Viyan Soran axivî û got: "Ew keçeke Kurd ji eşîreke mezin a li Başûrê Kurdistanê ye. Li dijî civaka berjuwa ya ku jin biçûk didît têkoşiya."

Hêzil wiha domand: "Şehîd Viyan li dijî civaka berjuwa û biçûkxistina jinê serî hilda û tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bû. Her tim rûliken bû. Rolajinê di tevahî aliyên civakî, aborî, çandî û siyasî de xurt kir."

Civîn bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

AMÛDÊ

Kongra Star a bajarê Amûdê li hola Partiya yekitiya Demokratîk (PYD) bi beşdariya endamên kongrayê, endamên saziyên civaka sivîl û şêniyan civînek li dar xist.

Di civînê de endama Kongra Star a bajarê Amûdê Mura Zoro li ser jiyana şehîd Viyan Soran û naveroka hevdîtina wê ya 2005ˋan a di kongreyê de, axivî.

Mura di kesayeta şehîd Viyan de tevahî têkoşerên azadiyê bi bîr anîn.

Dûre li ser têkoşîna şehîd Viyan Soran û peyama ku ji Rêber Abdullah Ocalan re şandiye sînevîzyonek hat pêşkêşkirin.

Civîn bi diruşmên "şehîd namirin" bi dawî bû.

TIL HEMÎS

Her wiha Kongra Star li bajarê Til Hemîsê civînek bi heman boneyê li dar xist. Dûre endama kongrayê Efra El Casim li ser têkoşîna şehîd Viyan Soran li çiyayên Kurdistanê axivî.

Efra wiha got: "Fedakariyên şehîd Viyan Soran di oxira azadiya gelê xwe û gelê Rêber Abdullah Ocalan de bûn."

Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîn û peyama wê ya ji Rêber Abdullah Ocalan re hat pêşkêşkirin.

(fr)

ANHA