Li Şamê malbatên girtiyan daxwaza zelalkirina çarenûsa zarokên xwe kirin

Li Şamê malbatên ku zarokên wan ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine girtin li pêşiya avahiya Wezareta Derve ya Sûriyeyê û navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) kom bûn.

Li Şamê malbatên girtiyan daxwaza zelalkirina çarenûsa zarokên xwe kirin
24 tebax, 2026   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbatên girtiyan daxwaz kirin ku zarokên wan serbest werin berdan û li Dera û Quneytera hêzên Îsraîl nema bi ser malên wan de bigire û zarokên wan bigire.

Li başûrê Sûriyeyê tevgerkirina hêzên Îsraîl didome û ji Dera û Quneytera kes girtine. Her wiha gund û bajarokên başûrê Sûriyeyê ji aliyê hêzên Îsraîl ve têne bombebarankirin.

Malbatên girtiyan ji Neteweyên Yekbûyî û aliyên têkildar daxwaz kirin ku zextê li Îsraîlê bikin da ku dawî li tevgerkirina xwe bîne û çarenûsa kesên li gel wan girtîne, zelal bibe.

26`ê Nîsanê jî malbatên girtiyên li gel Îsraîl in li pêşiya avahiya Wezareta Karê Derve derketibûn xwepêşandanê.

(np)