Çavkaniyek ji PYD’ê: PYD ber bi nûbûnê ve diçe

Li gor agahiyên me bidest xistine, dê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di meha Cotmehê de kongreya xwe ya pêşwext li dar bixe û di nava partiyê de guhertinên bingehîn pêk bîne. Li gorî çavkaniyên me niha amadekariya kongreyê tê kirin.

 Çavkaniyek ji PYD’ê: PYD ber bi nûbûnê ve diçe
24 tebax, 2026   14:47
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên me ji çavkaniyeke di nava PYD’ê girtine, dê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di meha Cotmehê de kongreya xwe ya pêşwext li dar bixe û di nava partiyê û kadroyên partiyê de guhertinên bingehîn pêk bîne. 

Li gorî çavkaniyê niha amadekariya kongreyê tê kirin. Heta li gorî hinek îdeayan dibe ku navê xwe jî biguhere.

PYD di sala 2003’an de ji aliyê Kurdên Rojavayê Kurdistanê ve hatiye damezrandin, heta niha bi piştgiriyek xurt a gel xebatên siyasî dimeşîne. Hevserokên niha yên PYD’ê Xerîb Hiso û Perwîn Yusif in.

(bî/k)

ANHA