Li Şam û Beyrûtê Viyan Soran hat bibîranîn

Kurdistaniyên li Lubnanê û Şamê bi boneya salvegera şahadetê Viyan Soran bi bîr anîn.

Li Şam û Beyrûtê Viyan Soran hat bibîranîn
Li Şam û Beyrûtê Viyan Soran hat bibîranîn
Li Şam û Beyrûtê Viyan Soran hat bibîranîn
Li Şam û Beyrûtê Viyan Soran hat bibîranîn
Li Şam û Beyrûtê Viyan Soran hat bibîranîn
2 sibat, 2024   18:31
BEYRÛT

Bi boneya salvegera şahadeta Viyan Soran Kongra Star li Lubnanê bi beşdariya bi dehan endamên Kongra Star û Kurdistaniyên li Lubnanê semînerekê da.

Endama Kongra Star a Lubnanê Şerîfe Esmet di semînerê de axivî û behsa dîrok, têkoşîna jina Kurd û têkoşîna şehîd Viyan Soran kir, her wiha bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan a ji bo pêkanîna armanca şehîdan mîna Viyan Soran ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Endamê Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê Henan Osman behsa girîngiya çalakiya Viyana Soran li dijî têgeha tesfiyekirinê kiriye, kir.

Dûre nameya şehîdan Viyan Soran hat xwendin, her wiha Ferhad Merdê helbest xwendin.

ŞAM

Li Şamê bi dehan xelkê taxa Zorava şehîd Viyana Soran bi civînekê bi bîr anî.

Di civînê de hevseroka Meclisa Gel a Taxa Zorava Newroz Xelîl li ser jiyana têkoşer Viyan Soran axivî.

Her wiha endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê taxa Zorava Mihemed Îbiş li têkoşîna Viyana Soran û girîngiya çalakiya wê ya fedaî axivî.

Civîn bi silavkirina berxwedan û fedakariya şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA