Li Parîsê greva birçîbûnê ya 3 rojan hat destpêkirin

Gelek tevgerên sosyalîstên Tirk ên sirgûnî Parîsê bûne bi armanca bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û berdana girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kir.

Li Parîsê greva birçîbûnê ya 3 rojan hat destpêkirin
2 sibat, 2024   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

AVEG-KON, TSP, YS û SKB’ê ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên bi mehan e li girtîgehan ji aliyê girtiyên siyasî ve tên meşandin li Parîsê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Koma xebatê ya bi navê ACTIT a girêdayî AVEG-KON'ê jî îro tevlî greva birçîbûnê bû.

Çalakvanên greva birçîbûnê li dijî gelek pêkanînên faşîst ên mîna zêdebûna îşkenceya tecrîdê ya li girtîgehan, 3 sal in agahî nestendina ji Rêber Abdullah Ocalan, ferzkirina girtîgehên Tîpa S û Y’yê li ser hemû girtiyan, kiryar ên li ser girtiyên nexweş ên mîna êrîşên qetlîamê banga têkoşîn û berxwedanê kirin.

Ligel vê çalakiyê çalakvanan greva birçîbûnê bi serdana gelek saziyan tora piştgiriyê berfireh dikin.

Çalakvanan Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya jî ziyaret kirin û banga mezinkirina piştgiriyê kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê wê 3 rojan li avahiya ACTIT’ê berdewam bike.