Li Riyadê ‘Lûtkeya Erebî-Îslamî’ dest pê kir

Li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê Lûtkeya Erebî-Îslamî dest pê kir. Di lûtkeyê dê awayên “xwegihandina agirbestê li Xeza û Lubnanê” bêne gotûbêjkirin.

Li Riyadê ‘Lûtkeya Erebî-Îslamî’ dest pê kir
11 mijdar 2024   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Lûtkeya Erebî-Îslamî li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê dest pê kir ku wek berdewama "Lûtkeya Erebî-Îslamî" ya hevbeş a awarte ku sala borî li Riyadê di heman rojê de pêk hatibû. 

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bîn Ferhan, her wiha serokwezîrê Filistînê û wezîrê karên derve Mihemed Mistefa û wezîrê karên derve yê Lubnanê Ebdullah Bûhebîb serpereştiya civîna amadekariya lûtkeyê kir.

Beşar El Esed jî beşarî lûtkeyê bû. El Esed berî destpêkirina lûtkeyê li gel serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya û “têkiliyên di navbera her du welatan de û rojeva lûtkeyê" gotûbêj kirin.

Di çarçoveya lûtkeyê de wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bîn Ferhan pêşwaziya serokwezîrê Filistînê Mihemed Mistefa kir û her du aliyan geşedanên li Xezayê gotûbêj kirin.

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî her wiha pêşwaziya wezîrê karên derve yê Lubnanê Ebdullah Bûhebîb kir û li ser rawestandina êrişên Îsraîlê yên ser Lubnanê gotûbêj kirin.

Li gorî Tora El Erebiye, roja Yekşemê, civîna amadekariyê ji bo lûtkeya hevpar a awarte ya erebî-îslamî li Riyadê hat lidarxistin.

(k)