35 ciwan tev li Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bûn

35 ciwan piştî ku dewreya perwerdeyê li Akademiya Şehîd Ronî Welat bi dawî kir, tev li nava refên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bûn.

35 ciwan tev li Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bûn
35 ciwan tev li Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bûn
35 ciwan tev li Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bûn
35 ciwan tev li Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bûn
35 ciwan tev li Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bûn
35 ciwan tev li Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bûn
11 mijdar, 2024   15:23
DÊRAZOR

45 roj berê li Akademiya Leşkerî ya Şehîd Ronî Welat ya girêdayî QSDˈê ya li kantona Dêrazorê dewreyeke perwerdeyê ji bo 35 ciwanan hatibû destpêkirin.

Îro jî bi armanca qedandina perwerdeyê merasîmek bi beşdariya malbatên şervanan, fermandar û şervanên meclisên leşkerî yên kantona Dêrazorê hat lidarxistin.

Di merasîmê de piştî deqeya rêzgirtinê, fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hecînê Orya Mihemed qedandina dewreya perwedeyê pîroz kir û got: "Şervanên ku perwerde bi dawî kiriye hêviya parastina pêkhateyan û sepandina aştiyê li herêmê ne."

Fermandar Orya Mihemed xîtabî şervanan kir û got: "We perwerdeyên girîng ên leşkerî, bîrdozî û siyasî dîtin. Hûn dikarin erka xwe ya parastina welat û gel bi cih bînin û di avakirina siberojeke baş ji bo gelê Sûriyeyê de beşdar bin."

Piştî axaftinan şervanan toraneke leşkerî li dar xistin û sond xwarin.

(bb)

ANHA