Li Rewandizê dron ket ser mala welatiyekî

duh bi şev saet 03:00’an de li gundê Mawîliyan ya ser bi bajarokê Rewandizê droneyek li mala welatiyekê ket û bi temamî rûxiya.

Li Rewandizê dron ket ser mala welatiyekî
15 îlon, 2026   14:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Rojnewsê yê li devera Rewandizê duh bi şev saet 03:00’an de li gundê Mawîliyan ya ser bi bajarokê Rewandizê droneyek li mala welatiyekê ket û bi temamî rûxiya.

Xwediyê malê Hogir Tehsîn ku dron bi ser mala wî ketiye ji Rojnews’ê re li ser buyerê axivî û got: “Min vê malê ji bo karê cotkarî û baxçevaniyê çêkiribû û di dema bêhnvedanê de serdana gund dikir. Maleke ku her tişt tê de hebû, lê niha hemû xirabûye.”

Hogir Tehsîn da zanîn ku ew ne di mal de bûn, lê şeva borî saet 03:00’an de hatine agahdarkirin ku dron li xaniyê wan ketiye.

Di buyerê de ji bilî ziyanên madî ti ziyanên canî çênebûye.

Heta niha derbarê buyerê ti daxuyanî ji aliyên peywendîdar ve nehatiye dayîn. Her wiha nayê zanîn drone ya kîjan aliye.