Li Dêrikê û Amûdê xwepêşandanên ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî

Çalakiya konvedanê ya bajarê Dêrikê di roja 6`emîn de ye. Li gundê Çaxir Bazar ê Amûdê jî xwendekaran xwepêşandan bi rêxistin kir.

15 îlon, 2026   14:58
QAMISHLO

DÊRIK

Şêniyên Dêrikê ji bo zimanê kurdî dest bi çalakiya konvedanê kiribû. Kon li pêşiya Dibistana Yûsif El Ezma vedane û di roja 6`emîn de dewam dike.

Şênî û xwendekarên bajarê Dêrikê û gundewarên wê anî ziman ku ew tenê 3 saetan dersên zimanê kurdî qebûl nakin, ev biryar hebûna gelê Kurd paşguh dike û çalakiyên wan didomin.

AMÛDÊ

Li gundê Çaxir Bazar ê Amûdê xwendekar, malbatên xwe û endamên meclisa gund xwepêşandan bi cil û bergên kurdî li pêşiya dibistana gund organîze kir.

Di xwepêşandanê de xwendekar Rosîn Hisên daxuyanî bi zimanê kurdî xwend û endamê meclisa gund Diyala Ebdî bi zimanê erebî xwend. Di daxuyaniyê de gotin ziman ne tenê waneyeke li dibistanê ye, ew nasnameya çandî û neteweyî ya gelê Kurd e.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ji Wezareta Perwerdeyê daxwaz kirin ku biryara xwe rawestînin û xwendekar bi zimanê xwe bixwînin.

Di dawiya xwepêşandanê de dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" û "Zimanê me nasnameya me ye" berz kirin.

(np)

ANHA