Li Reqayê panela ˋRola rewşenbîran di avakirina Sûriyeya nû deˊ

Desteya Çandê ya kantona Reqayê bi dirûşma "Rola rewşenbîran di avakirina Sûriyeya nû de" panelek li dar xist. Di panelê de geşedanên siyasî yên piştî ketina rejîma Beşar Esed û rola rewşenbîran di qonaxa bê de hatin nîqaşkirin.

Li Reqayê panela ˋRola rewşenbîran di avakirina Sûriyeya nû deˊ
Li Reqayê panela ˋRola rewşenbîran di avakirina Sûriyeya nû deˊ
Li Reqayê panela ˋRola rewşenbîran di avakirina Sûriyeya nû deˊ
Li Reqayê panela ˋRola rewşenbîran di avakirina Sûriyeya nû deˊ
Li Reqayê panela ˋRola rewşenbîran di avakirina Sûriyeya nû deˊ
Li Reqayê panela ˋRola rewşenbîran di avakirina Sûriyeya nû deˊ
Li Reqayê panela ˋRola rewşenbîran di avakirina Sûriyeya nû deˊ
18 ÇILE, 2025   19:15
REQA

Desteya Çandê ya kantona Reqayê paneleke diyalogê li hola navenda Çandê ya bajarê Reqayê li dar xist. Di panelê de geşedanên siyasî yên piştî ketina rejîma Baas hatin nîqaşkirin û rola rewşenbîran di qonaxa bê de hat diyarkirin.

Di panelê de hevseroketiya Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Çandê ya kantona Reqayê, endamên Navenda Çandê, wêjevan û helbestvanên kantonê beşdar bûn.

Di serî de cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer li ser rewşa siyasî axivî û got çandan bi awayekî neyênî bandor li civakê kir, ji ber wê girîngî bi belavkirina çandeke nû ya xwe dispêre hezkirinê heye ku ewlehî û îstîqrar li welat pêk bê.

Koçer wiha domand: "Ketina rejîma Beşar Esed beşek ji rêzeguhartinên li Rojhilata Navîn e. Ev guhartin ji bûyerên li Xeza û Îsraîlê ve dest pê kirin."

Hesek Koçer diyar kir ku divê sedemên hilweşîna rejîma berê baş di ber çavan re were nirxandin da ku careke din herêm veneger qonaxên berê yên aloziyê û got: "Divê mafên jinan, ol û pêkhateyên li Sûriyeyê werin parastin. Teşeya Sûriyeya nû jî divê nenavendî be û li ser bingeha coxrafî, ne ya olî rabe."

Koçer di dawiya axaftina xwe de girîngî da rola rewşenbîran di avakirina Sûriyeya pêşerojê û nirxandina rewşa heyî de.

Piştre beşdaran nêrînên xwe parve kirin.

Dr. Hisên El Şewax di axaftina xwe de girîngî da avakirina artêşeke yekbûyî ya Sûriyeyê û got ew bi hebûna rêveberiyeke demkî geşbîn e, ji ber ku derfetê dide sûriyeyiyên li derve ku beşdarî sazkirina destûra nû bibin.

Nivîskar û lêkoler Ebdurehman El Hemade diyar kir ku pêwist e nenavendî nebe projeya parçekirina Sûriyeyê û destnîşan kir ku divê rê li pêş pêkhateyan were girtin ku kînên xwe li hember hev du pêk neynin.

Li ser van nêrînan, Hesen Koçer diyar kir ku ji bo rewşa Sûriyeyê çareseriyên bingehîn pêwist in û edalet jî bi hêza leşkerî nayê ferzkirin, lê divê ew ji aliyê hemûyan ve were qebûlkirin.

Koçer destnîşan kir ku pêwist e rêveberî bi awayekî baştir werin rêxistinkirin da ku tê de mafên tevahî Sûriyeyiyan parastî û wekhev bin.

(mh/fr)

ANHA