Li Reqayê Konferansa Hevserokatiyê tê lidarxistin

Li bajarê Reqayê Konferansa Hevserokatiyê bi dirûşma "Ji ciherengiyê hêza me tê… Ji hevkariyê îradeya me ava dibe" tê lidarxistin.

Li Reqayê Konferansa Hevserokatiyê tê lidarxistin
Li Reqayê Konferansa Hevserokatiyê tê lidarxistin
Li Reqayê Konferansa Hevserokatiyê tê lidarxistin
Li Reqayê Konferansa Hevserokatiyê tê lidarxistin
Li Reqayê Konferansa Hevserokatiyê tê lidarxistin
Li Reqayê Konferansa Hevserokatiyê tê lidarxistin
Li Reqayê Konferansa Hevserokatiyê tê lidarxistin
Li Reqayê Konferansa Hevserokatiyê tê lidarxistin
27 gulan, 2025   14:17
REQA

Li bajarê Reqayê Konferansa Hevserokatiyê bi dirûşma "Ji cihêrengiyê hêza me tê… Ji hevkariyê îradeya me ava dibe" tê lidarxistin. Konferans ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ve li Hola Mişwar hatiye lidarxistin. 

Hevserokên meclis, saziyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê, endamên meclisên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Partiya Yekitiya Demokratîk, Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, nûnerên Kongreya Îslama Demokratîk û Konfederaliya Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di konferansê de amade ne.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xod El Îsa axivî. Xod El Îsa di axaftina xwe de li ser pergala hevserokatiyê got: "Pergala hevserokatiyê saziyeke ji bo pêkanîna hêviyên gelê Sûriyeyê, bi taybet jinan, hêviyên avakirina demokasî, edalet û wekheviyê ye. Ev pergal xwe dispêre beşdariya jin û mêran di avakirina siberojê de."

Xod El Îsa îşaret bi vê yekê kir ku pergala hevserokatiyê berhema ramanên Rêber Abdullah Ocalan û keda şehîdan e. Her wiha got, ev pergal bingeha avakirina civakeke saxlem e ku rûmeta jinan diparêze û rola di ronesansa nîştimanî de bi hêz dike.

Piştre endamên dîwana konferansê hatin hilbijartin. Konferans bi nirxandina rewşa siyasî dewam dike. Her wiha dê nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê pergala hevserokatiyê de werin xwendin û sînevîzyonek li ser vê pergalê û destkeftiyên wê were pêşandan.

Di dawiyê de dê encamnameya konferansê were xwendin û helbest ji aliyê Fatima El Şamî û Ehmed El Borsan ve werin xwendin.

(bb)

ANHA