Li Qamişlo û Hesekê pîrozbahiyên 19ˊê Tîrmehê
Li taxên Qamişlo, bajarên Til Temirê û Zirganên yên Hesekê bi boneya salvegera 13ˊemîn a Şoreşa 19ˊê Tîrmehê şahî hatin lidarxistin.
Hemwextî salvegera 13ˊemîn a Şoreşa 19ˊê Tîrmehê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahî tên lidarixstin.
HESEKÊ
Hemwextî nêzbûna salvegera 13ˊemîn a Şoreşa 19ˊê Tîrmehê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi hevkariya Meclisa Bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê şahiyeke girseyî li dar xist.
Şahî li Parka Meclisa Malbatên Şehîdan hat lidarxistin. Di şahiyê de bi dehan endamên Rêxistinên Civaka Sivîl, nûnerên ji partiyên siyasî, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, dayik, keç û xortên şehîdan, xelkê bajarên Til Temirê û Zirganê û gundewarên wan beşdar bûn.
Di şahiyê de Şêwirmendê rêxistina PYDˊê ya Hesekê Şiyar Mihemed Şoreşa 19ˊê Tîrmehê li Rêber Abdullah Ocalan û têkoşerên azadiyê pîroz kir û got: "Şoreşa 19ˊê Tîrmehê şoreşa gelan û jinan e. Ji lew re divê em parastina destkeftiyên vê şoreşê bikin."
Mihemed wiha domand: "Gelê Kurd pêşengiya vê şoreşê ye. Me gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roleke pêşeng bi yekitiya xwe lîst. Divê em derfetên ji me re çêdibin bi kar bînin û biparêzin."
Dûre koma Şoreş a Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê hunerên xwe pêşkêş kirin.
Şahî bi siloganên ˊbijî berxwedana gelanˊ û gerandina dîlan bi dawî bû.
QAMIŞLO
Bi munesebeta salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li taxên Xerbî, Aşûriyê û Hilîliyê yên bajarê Qamişlo hatin lidarxistin.
Şêniyên taxan bi coşeke mezin beşdarî şahiyên pîrozbahiyê bûn. Di şahiyan de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hatin hildan û li ber stranên şoreşgerî govend hatin gerandin.
Sibe danê êvarî li taxên Qidûrbeg, Kornîş û Enteriyê şahî li dar dikevin û di 18’ mehê de jî li asta taxên bajarê Qamişlo şahiyeke giştî li Parka Medîne El Şebab tê lidarxistin.
(bm/fr)
ANHA