Li Qamişlo û Hesekê ezmûnên jêhatîbûnê didomin

Ezmûnên jêhatîbûnê di çarçoveya plansaziya Gerînendetiya Perwerde û Fêrkirinê ya Hesekê de li bajarê Hesekê û Qamişlo didomin.

Li Qamişlo û Hesekê ezmûnên jêhatîbûnê didomin
2 nîsan, 2026   12:24
HESEKÊ

Gerînendetiya Perwerde û Fêrkirinê ya Hesekê ji bo xwendekarên dibistana navîn û amadehî ezmûnên jêhatîbûnê bi rêxistin kirine. Îro jî li bajarê Hesekê xwendekarên refên 8 û 11 ketin ezmûnên jêhatîbûnê. 

Rêveberê Gerînendetiya Perwerdeyê Ednan El Berî li ser mijarê got: “Ji bo ku xwendekar bikarin xwendina xwe berdewam bikin me ezmûn bi rêxistin kirin. Ev demeke dirêj e ku ji ber şert û mercan xwendekaran nikarîbû xwendina xwe sîstematîk bidomînin. Bi vê gavê re dê amadekariyên xwe ji bo ezmûnên refên 9 û 12’an bikin.”

Gerînendetiya Perwerde û Fêrkirinê ya Hesekê 15`ê Adarê ezmûnên jêhatîbûnê ji bo xwendekarên refên 9 û 12’an bi rêxistin kiribûn. Rêveberê çavdêriya perwerdehiyê yê Wezareta Perwerde û Fêrkirinê Mihemed Helaq diyar kir ku xwendekarên refên 9, 10, 11 û 12’an ên beşên wêje û zanistê dê bi rêya van ezmûnan werin hilbijartin. Xwendekarên dibistana navîn şert e ku bawernameya wan a refa nehemîn hebe heyanî ku bikarin derbasî dibistana amadehiyê bibin.

Helaq agahî da ku li 7 bajarên parêzgeha Hesekê (Til Birak, Şedadê, Mergedê, Erîşe, Hol, Til Koçer û Yarebiyê) xwendekar çûne ezmûnên jêhatîbûnê. Ezmûnên jêhatîbûnê Ii 10 navendan hatibûn birêxistinkirin. 

Helaq di dewama axaftina xwe de got hezar û 218 xwendekar ketin ezmûnên refa 9’an, 13 xwendekar ketin a beşa zanistî û 14 xwendekar jî ketin beşa wêjeyî yên refa 12’an.

Her wiha Mihemed Helaq anî ziman ku xwendekarên xwe nû li herêmê di dibistana amadeyî de qeyd kirine, nikarin derkevin derveyî herêmê. Serkeftin û têkçuyîna xwendekarên sala xwendinê yên 2025-2026`an li gorî rewşa wan a di werzê duyemîn a xwendinê de dê diyar bibe.”

ANHA