Hikumeta demkî şaredarê Çelebiyê tayîn kir, gel nerazîbûn nîşan da

Şêniyên bajarokê Çelebiyê yê Kobanê nerazîbûn nîşanî tayînkirina şaredarekî nû ji aliyê hikumeta demkî ve da û diyar kir ku ev nêzîkatî li dijî lihevkirinan e.

Hikumeta demkî şaredarê Çelebiyê tayîn kir, gel nerazîbûn nîşan da
2 nîsan, 2026   12:31
KOBANÊ

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê şaredarek ji bajarokê Çelebiyê yê Kobanê re tayîn kir.

Bi dehan şêniyên bajarokê Çelebiyê li pêşiya avahiya şaredariyê kom bûn û nerazîbûn nîşanî vê yekê da. Şêniyan diyar kir tayînkirin ne li gorî peymana di navbra QSD-Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de ye, li gorî wê şênî herêmên xwe bi rê ve dibin û rêveberên xwe hildibijêrin.

Hêzên ewlekariya giştî yên girêdayî hikumeta demkî xwepêşandan asteng kir, gule teqandin û rê neda çapemenî bûyerê bişopîne.

(bb)

ANHA