Li postexaneyên Hesekê pereyên kevn bi rêya ‘Sham Cash’ tên guhertin

Li postexaneyên parêzgeha Hesekê ji bo guhertina pereyên kevn bi yên nû li gorî bernameya “Sham Cash” dest bi pêşwaziya şêniyan kir. Ev mekanîzma li gorî biryara Banka Navendî ya Sûriyeyê pêk tê, her kesek dikare tenê heta 25 milyon lîreyî biguherîne.

3 tebax, 2026   12:30
HESEKÊ 

Piştî ku dema ji bo veguhertina pereyê Sûriyeyê yê kevn bi yê nû ku ji hêla Banka Navendî ya Sûriyeyê ve hatibû bidawîkirin, ji ber pereyên nû negihîştibûn bankê, zehmetî çêbûn. Lewma Banka Navendî ya Sûriyeyê dema pêvajoya guhertinê hefteyekê dirêj kir (2-6 Tebax 2026).

Ji ber zehmetiyên ku hatin dîtin, mekanîzmayeke nû hate danîn, ew jî veguhertina pereyan bi rêya bernamya “Sham Cash” e, ji bo ku şênî nirxên pereyên xwe biparêzin, dikarin tenê heta 25 milyon lîreyê Sûriyeyê veguherînin.

Li gorî vê biryarê îro li navenda postexaneyê ya Hesekê, Saziya Postexaneya Sûriyeyê dest bi pêkanîna mekanîzmaya nû kir. Li parêzgehên din jî bi awayekî rasterast pere tên guhertin.

Pêvajoya veguhertinê li navenda Postexaneyê ya li bajarê Çilaxa dest pê kir û şêniyên bajêr, tevî yên li bajarê Tirbespiyê ji bo guhertina pereyên xwe berê xwe daye navendê.

Der barê mijarê de gerînendeyê Postexaneya Çilaxayê Hesen Miftah da zanîn ku pereyên nû li parêzgehê tune ne, lê ev rêkar derfeteke nû da şêniyan ku pereyên xwe biguherîn dide. Divê ev pêvajo bi amadebûna kesên eleqeder pêk were û ew kes hesabê xwe yê “Sham Cash” çêke.

Hesen Miftah da zanîn ku bernameya “Sham Cash” ji bo guhertina mîlyonek lîre, hezar lîreyî digire. Li parêzgehan pêvajoya veguhertinê bi awayekî bê pere pêk tê.

Miftah ji şêniyan xwest bi lez, beriya ku dema guhertinê bi dawî bibe, pereyên xwe biguherînin.

(sb)

ANHA