Li Îranê 14 ciwan bi metirsiya darvekirinê re rû bi rû ne

Komeleya Parastina Mafên Zarokan a Îranê û Navenda Dadperwerî ji bo Zarokan ragihandin ku ji 184 ciwanên ku di van demên dawî de ji hêla dewleta Îranê ve hatine girtin, 14 ji wan bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne.

Li Îranê 14 ciwan bi metirsiya darvekirinê re rû bi rû ne
3 tebax, 2026   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêxistina Parastina Mafên Zarokan a Îranê û Navenda Dadperwerî ji bo Zarokan di daxuyaniyek hevbeş de ragihandin ku heta niha 184 ciwanên ku di dema xwepêşandanên dawî de li Îranê hatine binçavkirin, di girtîgehan de tên ragirtin û ji vana jî herî kêm 14 jê cezayê darvekirinê lê hatine birîn.

Her wiha hatiye diyarkirin ku ji bilî kesên di xwepêşandanan de hatine girtin, zêdetirî 100 ciwanên din jî li seranserî Rojhilatê Kurdistan û Îranê li benda bicihanîna cezayê darvekirinê hatine hiştin. Ev jî wê yekê nîşan dide ku zarok û ciwan jî ji zext û zordariya rejîma Îranê para xwe girtine.