Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov

Li Pêncewînê balafira bêmirov li motosîkletekî xist. Di êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da, kesek jî birîndar bû.

Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov
19 tîrmeh, 2025   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews’ê, li gundê Şîweguwêzan ê girêdayî nahiyeya Germîk a navçeya Pêncewîn a Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, beriya demek kurt balafira bêmirov li motosîkletekî xist.

Li gorî agahiyên hatine girtin, kesekî jiyana xwe ji dest da, kesek jî birîndar bû.

Nehat zanîn ka êrîş ji aliyê kî ve hatiye kirin.