Ji bo şehîd Cîger Başkale konê sersaxiyê hat vedan

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ji bo şervanê QSD`ê şehîd Cîger Başkale konê sersaxiyê veda.

19 tîrmeh, 2025   13:29
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser ji bo şervanê QSD'ê Cîger Başkale (Ferhad Parlak) ku di 15`ê Tîrmeha 2025'an de li Abû Sirê şehîd bûbû û 17`ê Tîrmehê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle hatibû oxirkirin, îro li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya Kobanê konê sersaxiyê veda.

Di bin konê sersaxiyê de de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîd Cîger Başkale, her wiha alên QSD’ê hatin daliqandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, dûre hevseroka Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Rodîn Mihemed sersaxî ji malbat û hevrêyên şehîd Cîger Başkale re xwest.

Rodîn Mihemed got: “Şehîd Cîger Başkale di her cihî kar û xebat dida meşandin û li ser fikir û felsfeya Rêber Abdullah Ocalan mezin bûbû."

Berdevka Maclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk a kantona Firatê Bedîa Miho jî salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li tevahî malbatên şehîdan pîroz kir û got: "Xwesteka şehîd Cîger Başkale bû ku li Pakrewangeha Şehîd Dîcle were oxirkirin.”

Berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî jî diyar kir ku ew wek gelê Kurd her tim li ber xwe bidin û wiha got: "Em soza xwe ji şehîdên xwe re nû dikin û em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin.”

Endamê Komîteya Meclisa Gaziyên Şer a Kantona Firatê Îsmaîl Mihemed  jî wiha got: “Şehîd Cîger Başkale hevalekî gazî bû lê tevî gazîbûna wî ti carî dev ji tekoşînê ber neda ji ber ku li ser fikr û felsfeya Rêber Abdullah Ocalan perwerde bûbû xwe berpisyar didît di her cihî de kar û xebat dida meşandin."

Merasîma li bin konê sersaxiyê bi dûrişmên “Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana QSD’ê

” bi dawî bû.

(mm)

ANHA