Li Lubnanê rojnamevanek jin hat qetilkirin

Nûçegîhana rojnameya El-Axbar, Emel Xelîl piştî ku di sala 2024’an de gefên kuştinê yên rasterast li ser wê hat xwarin, li bajarokê El-Teyrî yê li başûrê Lubnanê di êrîşeke asmanî de hat kuştin.

Li Lubnanê rojnamevanek jin hat qetilkirin
23 nîsan, 2026   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê (NNA), rojnamevan Emel Xelîl ku ji bo rojnameya El Axbar a Lubnanê dixebitî û wênekêşa serbixwe Zeyneb Ferec a li bajaroka Tayrî yê li başûrê Lubnanê di dema rêze êrîşên asmanî de stargeh dîtin, rastî êrîşê hatin. Emel Xelîl jiyana xwe ji dest da û Zeyneb Ferec jî birîndar bû.

Li gorî daneyên meydanî Zeyneb Ferac rakirine nexweşxaneya hikûmetê ya li Tebnînê û tê dermankirin.

Rayedarên Lubnanî hêzên Îsraîlî tawanbar kirin ku hewl didin rê li ber xebatkarên awarte bigirin ku wan rizgar bikin. Li gorî NNA’yê xebatkara Xaça Sor Zeyneb Ferac di bin guleyên dijminane de birine nexweşxaneyê.