Li Kobanê bi meşekê tundiya li ser jinê hate şermezarkirin

Di çarçoveya rêzaçalakiyên 25’ê Mijdarê de HPC -Jin li Kobanê meşek li dar xist.

17 November 2023   14:34
KOBANÊ

Ji rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê HPC-Jin meşeke girseyî li dar xist. Di meşê de bi sedan xelkê Reqa, Minbic, Tebqa, Mesûra, Girê Spî û Kobanê beşdar bûn.

Meş ji Qada Jin a Azad dest pê kir û ta Qada Şehîd Egîd çû. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û diruşmên ′Jin, Jiyan, Azadî′ hatin berzkirin.

Li Qada Şehîd Egîd meş vegerî mîtîngê. Li wir endama rêveber HPC-Jin a navçeya Eyn Îsayê Zehîde Elî axivî û got: "Bi boneya 25′ê Mijdarê; Roja Têkoşîna dijî Tundiya ser Jinan a Cîhanê em jinên di girtîgehan de û jinên li herêmên dagirkirî li hember zulmê li ber xwe didin silav dikin û tundiya li dijî wan şermezar dikin."

 Zehîde Elî Wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her desthilatdariyê xwestiye jinê bê hêz bihêle û di şexsê wê de jî civakê bi paş bixe. Lê em wek jin me xwe bi fikra Rêber Apo çavê xwe ronî kiriye. Mînaka wê Bêrîtan, Zîlan û Jîna Emînî ye ku ji nû ve nûbûnek dan jinê. Va ye jina Kurd di Kobanê de zihniyeta DAIŞ′ê û çeteyên wê têk birin.. Em ê heta dawiyê li ser pêyan bin û têkoşîna xwe bilind bikin."

Meş bi diruşma ′Jin, Jiyan,Azadî′ bi dawî bû.

(sş)

ANHA