Di êrişa li Kobanê de şervan Ciwan Efrîn şehîd bû

QSD′ê nasnameya şervan Ciwan Efrîn ku di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li gundê Boxaz ê başûrê Kobanê de şehîd bûbû, aşkera kir.

Di êrişa li Kobanê de şervan Ciwan Efrîn şehîd bû
17 mijdar, 2023   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nasnameya şervanê xwe Ciwan Efrîn ê di 15′ê Mijdarê de di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, bi daxuyaniyekê aşkera kir.

Berfirehiya daxuyaniya QSD′ê wiha ye:

“Hêzên dewleta Tirk a dagirker rojane komkujiyên li dijî gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dikin, di êrişên xwe de balafirên bêmirov û çekên giran bi kar tînin. Lê tu bertekeke exlaqî li hember van êrişan nayê dayîn.

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk li gundê Boxaz ê başûrê Kobanê bombebaran kir, di encamê de şervan Ciwan Efrîn (Ciwan Ebdo Hesen Hemkero) şehîd bû.

Hevrêyê me yê şehîd ji malbateke welatparêz e, li derdoreke tijî ruhê welatparêzî û fedakarî mezin bû. Bi wê re li gel wî kesayeteke wêrek û berxwedêr ava bû. Tevahî erkên xwe bi rêk û pêk pêk dianîn.

Em sersaxiyê ji malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdan re dixwazin û soz didin hevrêyê xwe ku tola wî û hemû şehîdan ji dimin hilînin û doza xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

Navê tevgerî: Ciwan Efrîn

Nav û paşnav: Ciwan Hesen Hemkero

Navê dayikê: Fehîme

Navê bav: Ebdo

Cih û dîroka jidayikbûnê: Efrîn, 2002

Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, gundê Boxaz, 15.11.2023

(fr)