Li Kartalkaya agir bi otelekê ket: 10 mirî, 32 birîndar

Li Navenda Kaşûnê ya Kartalkaya ya Bolûyê agir bi otelekê ket. Herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li Kartalkaya agir bi otelekê ket: 10 mirî, 32 birîndar
21 ÇILE, 2025   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî rayedarên xwecihî, li Otela Grand Kartalê ji ber şewatê 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, 32 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku di dema şewatê de nîvê kapasîteya otelê tijî bû û derdora 234 mêvan li otelê hebûn.

Şewatê saet di 03:30'î de li restoranta li qatê çaremîn destpê kir û bi piraniya otelê ket.