Ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê daxuyaniya salvegera 11ˈan

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê di 11 saliya xwe de daxuyand ku dê têkoşîn û berxwedanê bidomîne û ji bo pêşxistina Rêveberiya Xweser û pêkanîna hêviyên gel bixebite.

Ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê daxuyaniya salvegera 11ˈan
21 ÇILE, 2025   11:07
QAMIŞLO

 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi boneya salvegera 11ˈan a damezirandina xwe daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Rêveber a li bajarê Amûdê bi amadebûna endamên Rêveberiya Xweser û saziyên wê hat xwendin.

Hevseorkê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Hesen Şero bi zimanê kurdî û hevseroka Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê Arya Mele Ehmed jî bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Îro 21ˋê Çileyê salvegera 11ˋan a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ye. Ev rêveberî ji bo bi sed hezaran xelkê gelê me yê ji tevahî pêkhateyên "Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî, Ermen, Êzidî, Misliman, Xiristiyan" bû cihekî ewle. Lê di heman demê de li herêmên din ên Sûriyeyê krîzeke hebû. Van pêkhateyan bi hev re şoreşa ava kir, rizgarkirin û pêşxistinê dest pê kir. Jinan pêşengtî ji şoreşêre kir û rengên biharê da şoreşê.

Piştî hilweşîna rejîma desthilatdar Sûriye di qonaxa hestiyar re derbas dibe. Projeya Rêveberiya Xweser bi hemû nirx, hêman û xeta xwe ya demkoratîk dibe hêviya tevahî herêmên Sûriyeyê, mîna ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bûbû rêya xelasiyê.

Di zêdetirî 10 salan de vê rêveberiyê hêza xwe ya pêşengtiya qonaxê îsbat kir. Ev bû projeyeke nîştimanî ya herî baş û dikare weke nexşerêyekê ji bo Sûriyeya nû were avakirin.

Zêdetirî deh salan e ku vê rêveberiyê şiyana xwe îsbat kiriye ku serkêşiya qonaxê bike. Ev projeyek nîştimanî bû ku dikare wekî nexşerêyek ji bo avakirina Sûriyeya nû bê bikaranîn û gelê xwe ji alozî û valahiya ji ber siyasetên berê jiyaye, rake ser pêyan.

Ji ber berpirsiyartiya xwe ya nîştimanî li hember gelê me yê Sûriyeyê û welatê me, em amade ne-ji ber ku em yekemîn Rêveberiya Xweser li ser xaka Sûriyeyê ya kantona Cizîrê hatine avakirin-tevahî derfetên xwe ji bo pêşxistina rewşa Sûriyeyê û gihandina wê ber bi bejahiya ewlehî, edalet û aştiyê ve pêşkêş bikin.

Em vê rojê li şehîdên xwe yên ku bi fedakariya xwe rêvebirina qonaxa têkoşîn û hêviyên avakirina welatekî ji terorê vala, tê de edalet û wekhevî misoger bibe, pîroz dikin. Her wiha em li gelên xwe yên berxwedêr ên ku xwe îsbat kirine û girêdana xwe bi xakê ve nîşan daye pîroz dikin. Em ji cîhanê re îsbat dikin ku gelên me di berxwedan û têkoşînê de mînaka herî mezin bûn.

Em vê boneyê li wan lehengehên berxwedêr ên ku di vê kêliyê de li eniyên şer in pîroz dikin. Ev leheng xwe dispêrin berxwedana Kobanê; bajarê şehîd Arîn Mîrkan.  Li hemberê êrişên herî dijwar û yên bi armancana dagirkirina herêmê yên li dijî Bendava Tişrînê ji hêla dewleta Tirk û alîgirên wan ve tên kirin, berxwedaneke mezin tê meşandin. 

Em soz didin gelê xwe ku em di tevahî aliyan de berxwedan û têkoşînê dewam dikin. Ji bo xizmeta gelê xwe û bicihanîna hêviyên wî em li ser pêşxistina rewşa Rêveberiya Xweser dixebitin."

(fr)

ANHA