Li Kantona Firatê têkildarî ˊDoza Kobanêˊ de panel

Parêzerên Kantona Firatê der barê biryara cezakirina li dijî siyasetmedarên Kurd de di ˊDoza Kobanêˊde panelek li dar xist. Parêzeran kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên cezakirina siyasetmedaran şermezar kirin.

21 gulan, 2024   20:34
KOBANÊ

Der barê ˊDoza Kobanêˊ de dewleta Tirk a dagirker gelek siyasetmedarên Kurd girtin. Her wiha di vê dawiyê de jî biryara girtinê li dijî 108 siyasetmedarên Kurd birî.

Li dijî biryara ˊDoza Kobanêˊ Parêzerên Kantona Firatê komxebatek li dar xistin. Komxebat li Eywana Çand û Hunera Baqî Xido bi amadebûna bi dehan parêzer hat li darxistin.

Di panelê de parêzer Viyan Eyûb axivî û got: "Ew siyasetmedarên me yên ji bo doza xwe têkoşîn kirin, hatin girtin. Ew bi xwe dadgeheke li dijî hiqûqê ye û divê li hember wê yekê bertekên tund bên nîşandan."

Viyan Eyûb behsa salên cezayê girtina siyasetmedaran kir û wiha domand: "Siyasetmedarên me bi salan tên ragirtin. Divê li hember vê yekê jî êdî rabin ser pêyan."

Parêzer Bedirxan Etê jî anî ziman ku Selahattîn Demîrtaş ji bo parastinê hemû bar girt ser milê xwe û got: "Demîrtaş di temenê xwe yê ciwan de jî gelek caran hat girtin. Her wiha wî cihê xwe di hevserokatiya HDP`ê de girt. Piştî wê jî tev li nava hilbijartinên serokkomariyê bû. ew yek jî ji hikumeta Erdogan re bû tirsek û xwest bi wê yekê re wî ceza bike û bixe zîndanê."

Li aliyekî din jî hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a kantona Firatê Enwer Muslim axivî û diyar kir ku siyasetmedarên Kurd ji bo Kobanê seferber bûn û got: "Em jî weke gelê Kobanê ji bo wan seferber bibin. Van siyasetmedarên me di şerê li dijî terora DAIŞ`ê de yê li dijî Kobanê bi herawayî piştgirî dan. Di aliyên lojistî û xizmetguzarî li Kobanê xwedî derketin. Di heman demê de li ser sînor bûn mertal û nehîştin Kobanê bikeve. Çavên her kesî li Kobanê bû û Kobanê jî bi ser ket."

Parêzer Farûq Hinko jî destnîşan kir ku divê yê bê dadgehkirin û darizandin Erdogan be ne yên ku ji bo doza xwe di nava têkoşînê de ne û got: "Mirov tu carî zulmê qebûl nake.  Divê li dijî zulmê serî bê hildan. Di hemû pirtûkên pîroz de jî hatiye diyarkirin ku divê zulm nebe. Lê dewleta Tirk a dagirker tiştê ku dike zulm e. Divê tevahî cîhan jî li dijî vê zulma li ser siyasetmedarên me serî hilde."

Panel bi nîqaşan bi dawî bû.

(sş)

ANHA