Partî û tevger: Çareseriya doza Kurd li Îmraliyê ye

Tevger û partiyên siyasî destnîşan kir ku çareseriya doza Kurd li Îmraliyê ye. Her wiha endamên tevger û partiyan bang kir ku têkiliyê bi rêxistinên navneteweyî û hiqûqî re deynin da ku li hember tecrîdê bigihînin encamekê.

Partî û tevger: Çareseriya doza Kurd li Îmraliyê ye
Partî û tevger: Çareseriya doza Kurd li Îmraliyê ye
Partî û tevger: Çareseriya doza Kurd li Îmraliyê ye
Partî û tevger: Çareseriya doza Kurd li Îmraliyê ye
Partî û tevger: Çareseriya doza Kurd li Îmraliyê ye
Partî û tevger: Çareseriya doza Kurd li Îmraliyê ye
Partî û tevger: Çareseriya doza Kurd li Îmraliyê ye
21 gulan, 2024   21:00
QAMIŞLO

Di 14'ê Gulanê de Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di çarçoveya pêngava cîhanê ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de, dest bi serdanên xwe yên ji bo partî û tevgerên siyasî kir.

Şandiya însiyatîfê ku ji berdevkê wê Ferzende Munzur û endamên wê Fuad Çolî û Gulistan Hîbo pêk dihat serdana partiyên (Tevgera Çaksazî - Sûriya, Partiya Demokrat a Kurdistanî - Sûriya, Yekitiya Karkerên Kurdistanê, Partiya Dîmuqrata Kurdistanê - Rojavayê Kurdistan) kir.

Ferzende Munzur ji partî û tevgeran re pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de dest pê kiriye, tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan û dûrxistina wî ji cîhana derve, qedexekirina hevdîtinê bi parêzer û malbatê re bi bihaneya ˊCezayên Dîsplînêˊ yên ku îro ji bo 6 mehên din hatin dirêjkirin, şîrove kirin û got: "Tecrîd li gorî qanûnên Ewropa û navneteweyî sûcekî giştî ye. Lê belê dewleta Tirk a dagirker wan qanûnan tevahî binpê dike.".

Rêveberê Tevgera Çaksazkirin - Sûriya Emced Osman got: "Doza Kurd li Îmraliyê girtî ye. Pêwîstiya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku nûnerê doza Kurd û azadiya gelê Kurd e bi çareseriyeke aştiyane heye. Ev doza me ye jî. Em ê her tiştê li ser mile xwe bikin, alîkarî û hevkariyê bikin."

'PÊWÎST E JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ PLANSAZIYEK BÊ DANÎN'

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanî - Sûriya Ciwan Siko spasiya keda pêngava cîhanê kir û got: "Komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ne tenê li dijî şexsê wî ye, her wiha fikrê wî jî ku li xweşiya pergalên cîhanî û dîktatorî neçû, hedef girt."

Siko bang li partiyên siyasî yên Kurdî, Erebî û Suryanî kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan plansaziyek bê danîn û got: "Ji bo her tiştê ku ji me bê xwestin, em amade ne."

Endamê Komîteya Navendî ya Yekitiya Karkerên Kurdistanê Şelal Hesen destnîşan kir ku ew ê li hundir û derveyî Sûriyeyê têkbirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bikin armanca xebata xwe ya siyasî ya sereke û got: "Tiştê ku Rêber Abdullah Ocalan ji me re û ji cîhanê re kiriye, kesî nekir."

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistanê - Rojavayê Kurdistan Refîq Îbrahîm diyar kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê belav bûye û êdî li zanîngehan tê fêrkirin û got: "Rêbertî ne tenê gelê Kurd, her wiha tevahî gelên bindest ên cîhanê temsîl bike."

Îbrahîm bang kir ku pêwîst e çalakiyên li derve bên mezinkirin. Hêzên Kurdî bên avakirin, li pêş saziyên têkildar dest bi çalakî û protestoyan bê kirin.

(mh)

ANHA