Li Îlamê êrişa hewayî: 6 kesan jiyana xwe ji dest da

Cîgirê Waliyê parêzgeha Îlamê Tacedîn Salihyan eşkere kir ku di encama êrişa Amerîka-Îsraîl ya li bajarê Eywan ya ser bi parêzgeha Îlamê de ji malbatek Kurd 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Îlamê êrişa hewayî: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
14 adar, 2026   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê li bajarê Eywan yê ser bi parêzgeha Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê, di encama êrişek asîmanî ya Amerîka-Îsraîlê de ji malbatekî Kurd 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

Li gor agahiyan Rojnewsê jî cenazeyên wan ji bin kavilan nehatine derxistin û xebatên ji bo derxistina cenazeyan berdewamin.

Têkildarî êrişê Cîgirê Waliyê parêzgeha Îlamê Tacedîn Salihyan di daxuyaniyekî de ragihand, vê sibehê ji ber êrişa Îsraîl-Amerîka ya li ser deverek niştecihbûnê ya li bajarê Eywan 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha da diyarkirin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de zarokek 6 mehî jî heye û heta niha jî cenazeyên wan di jêr kavilan de mane.