Li Humsê ciwanê îşkence lê kiribûn jiyana xwe ji dest da

Fatir Ratib Hemdan piştî ji girtîgeha Hemayê derket bi deh rojan, ji ber îşkenceya lê kiribûn, jiyana xwe ji dest da.

Li Humsê ciwanê îşkence lê kiribûn jiyana xwe ji dest da
2 nîsan, 2026   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Hedasa yê Humsê, ciwanê bi navê Fatir Ratib Hemdan ku nû ji girtîgeha Hemayê derketibû, ji ber îşkenceya di girtîgehê de lê kiribûn, wefat kir. 

Fatir Hemdan salek û 2 mehan di girtîgeha Hemayê de mabû. Di girtîgehê de îşkenceyên giran lê kiribûn. 10 rojan piştî ku Fatir Hemdan ji girtîgehê derket, wefat kir.  

Di raporan de tê gotin ku bi sedan ciwanên ji Humsê di girtîgehên li Humsê û Hemayê de ne. Çarenûsa wan ne diyar e û tê gotin ku di girtîgehê de gelekî îşkence li wan tê kirin.