Koçberên vegeriyane Efrînê wêrankirina malên xwe belge dikin

Koçberên vegeriyane Efrînê, bi dîmen û wêne talankirin û wêrankirina malên xwe belge dikin. Malbatên çeteyan ên ketibûn malên efrîniyan, piraniya alavên malan dizîne û mal tijî gemar kirine.

Koçberên vegeriyane Efrînê wêrankirina malên xwe belge dikin
Koçberên vegeriyane Efrînê wêrankirina malên xwe belge dikin
Koçberên vegeriyane Efrînê wêrankirina malên xwe belge dikin
Koçberên vegeriyane Efrînê wêrankirina malên xwe belge dikin
Koçberên vegeriyane Efrînê wêrankirina malên xwe belge dikin
2 nîsan, 2026   14:45
HESEKÊ

Di çarçoveya bicihanîna peymana 29'ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, di 9`Adarê de koma yekemîn a koçberên ji Efrînê yên li herêma Cizîrê ber bi warê xwe bi rê ket û di 10`ê Adarê de gihaşt Efrînê. Ev kom ji 400 malbatan ji navçeyên Şiyê, Mabeta û Cindirêsê bûn.

Malbateke ku bi koma yekem re vegeriyaye, ji bo ewlehiya xwe nexwestin navên wan werin aşkerakirin, bi dîmenan talankirin û wêrankirina malên xwe belge kir.

Malbat ji navçeya Mabeta ya Efrînê ye. 2 malên wan hene, yek li bajarê Efrînê û ya din jî li gund e. Her du malên wan di destê malbatên çeteyan de bûn. Lê belê wekî ku di dîmenan de jî diyar dibe, mal hatiye talankirin û tevahî keblên kehrebeyê, pencere û derî hatine dizîn. Di malê de tenê gemar li şûna xwe hiştine.

Ne tenê xaniya vê malbatê wisa ye, di gelek xaniyan de hîna malbatên ji Xota, Idlib û cihên din li Efrînê hene û xaniyên şêniyan vala nekirine. Malên ku vala jî dibin, her tiştekî tê de bi xwe re dibin û malê gemar dikin û diçin.

Hê jî gelek koçberên ji Efrînê yên li herêma Cizîrê û Kobanê li benda vegera li cih û warên xwe ne.

(zş)

ANHA