Li Hewlêrê çalakiya karmendan: Gelek karmend hatin binçavkirin

Asayîşa PDK'ê êriş bir ser çalakiya karkerên bi peyman a li Hewlêrê û gelek karker binçav kir.

Li Hewlêrê çalakiya karmendan: Gelek karmend hatin binçavkirin
25 tebax, 2024   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Biryar bû îro di saet 10:00’an de li Hewlêrê karmendên bi peyman çalakiyek lidarxistiban û daxwaza mafê xwe bikin.

Li gorî agahiyên Rojnews’ê, li ber derê avahiya Encûmena Wezîran ya li Hewlêrê, beriya çalakî destpê bike, hêzên ewlekariyê hatine belavkirin.

Li gorî agahiyan, êrişa hêzên asayîşê ya li ser karkeran hîn jî dewam dike.