Ji Misirê: Divê ronakbîr Abdullah Ocalan wekî sembola têkoşînê were xelatkirin

Rewşenbîr, siyasetmedar û hiqûqnsên misirî diyar kir ku divê Rêber Abdullah Ocalan wekî nimuneya têkoşîn û berxwedanê bê xelatkirin û got, têkoşîna wî dê dilê tevahî azadîxwazên cîhanê zindî bimîne.

Ji Misirê: Divê ronakbîr Abdullah Ocalan wekî sembola têkoşînê were xelatkirin
Ji Misirê: Divê ronakbîr Abdullah Ocalan wekî sembola têkoşînê were xelatkirin
25 tebax, 2024   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Înisiyatîfa Erebî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azad, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de duh (24 Tebax) panelek li peytaxa Misr Qahîre li dar xist. Panela bi sernavê "Ocalan: Ji revandinê heta afirîneya fikrî, îradeyek li hemberî girtinê ye" hat lidarxistin. Rojnamevan Mecdî Deqaq, cîgirê serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Dr. Mixtar El Xebaşî, prof Mihemed Rîfet Îmam, mamosteyê dîroka nûjen û têkiliyên navneteweyî, endamê Meclisa Kar û Barên Derve ya Misirê Dr. Demhûr Bemser, sekretêrê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misrê Ehmed Bahadîn Şaban û mamostey qanûna navneteweyî Raîde Zebhanî jî di nav de hejmarek rewşenbîr, akademîsyen û hiqûqnas beşdarî panelê bûn.

Panel ji aliyê berdevkê Înisiyatîfa Erebî ya Azadiya Abdullah Ocalan Îlhamî El Milêcî ve hat birêvebirin.

Di panelê de bal hat kişandin ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan, ramanên wî yên azad. Her wiha behsa tecîrda mutleq hat kirin. Beşdaran diyar kir ku tecrîd li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ne. Her wiha destnîşan kirin ku darizandina Rêber Abdullah Ocalan polîtîk bû û dûrî qanûnên navneteweyî bû. Beşdaran bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî pergala li Îmraliyê  û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga avêtina gavên aktîv hat kirin.

Panel bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encanameyê de hate gotin "Ji ber baweriya me ya bi têkoşîna adilane û rewa em di dawiya panelê de balê dikişînin ser valan xalan:

1-Abdullah Ocalan wekî nimuneya têkoşîn û berxwedanê were xelatkirin. Em bi ronakbîr Abdullah Ocalan serbilind in. Abdullah Ocalan ji bo mafên gelê Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn wekî sembola têkoşînê ye. Têkoşîn û berxwedana wî ya li hemberî zulm û despotiyê hêza îradeya mirovahiyê ya li hemberî astengiyan nîşan dide.

2-Divê rêz li mafên mirovan bê girtin. Em pêkanînên giran ên li girtîgeha Îmraliyê yên li dijî Abdullah Ocalan, tecrîda mutleq û mercên dermirovî bi tundî şermezar dikin. Em banga bidawîkirina tecîrdê dikin. Divê destûr bê dayîn ku parêzer û malbat hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin. Em bang li civata navneteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin, zextê li hikumeta Tirk bikin bila Abdullah Ocalan azad bikin.

3-Banga pêkanîna darizandineke adilane. Darizandina Abdullah Ocalan pak û adilane nîn bû. Ji vê zêdetir darizandineke polîtîk bû û dûrî rêgezên hiqûqî bû. Dema darizandinê de pîvanên mirovî û peymanên navneteweyî hatin binpêkirin. Li ser vê yekê em bang dikin, divê  Abdullah Ocalan li dadgeheke serbixwe li gorî pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan were darizandin, heya serbest bê berdan.

4-Destek û piştevaniya navneteweyî bi gelê Kurd re. Ji bo gelê Kurd mafên xwe yên siyasî, çandî û civakî bi dest bixe, pêşxistina piştgiriya navneteweyî pêwîst e. Em tevahî êrişên hikumeta Tirk ên li dijî Kurdan şermezar dikin.  Em bang li civata navneteweyî dikin ku eger hikumeta Tirk binpêkirina mafên mirovan berdewam bike, cezayan lê bibire.

5-Domandina têkoşîna bîrdozî û mirovî. Em banga domandina belavkirina ramanên Abdullah Ocalan dikin. Abdullah Ocalan banga avakirina cîhaneke demokratîk, edalet, jîngeha  azad dike. Her wiha ji bo jiyaneke hevbeş di navbera tevahî etnîk, û olan de banga diyalogan dike. Berhemên Abdullah Ocalan mîraseyeke fikrî û mirovî divê nifşên bê li ser werin perwerdekirin.

6-Avakirina komîteyên navneteweyî yên mafên mirovan. Em bang dikin ku komîteyên hiqûqî yên navneteweyî werin avakirin da ku doza Abdullah Ocalan bighînin qadên navneteweyî û ta pêkanîna edaletê doyaya wî bişopînin.

7-Serî li rêxistinên navneteweyî were danîn. Em bang dikin ku bi awayekî fermî gilî cem Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Fedrasyona Navneteweyî ya Mafên Mirovan,  rêxistinên mafên mirovan û yên navneteweyî bê danîn da ku lêkolîneke serbixwe der barê binpêkirinên mafên Abdullah Ocalan de vekin û ji bo serbestberdana wî xebat were kirin."

Di encamnameyê de hate gotin: "Em bi têkoşîna ronakbîr Abdullah Ocalan serbilind in. Têkoşîna wî dê di dilê tevahî azadxwazên cîhanê de zindî bimîne. Têkoşîna wê ji bo tevahî mirovahiyê, ji bo azadî, edaletê, ji bo adaleta civakî ya di bin siya civakeke demokratîk de ye."

(bb)