Li Hesekê komcivîna hevpeyvînê li ser koçberiyê hate lidarxistin

Li Hesekê komcivîna hevpeyvînê li ser koçberiyê hate lidarxistin. Beşdaran diyar kir ku ji beşên herî zêde koçber dibin, ciwan û zarok in û ji bandorên wê yên girîng karker kêm dibin, binesaziya civakê tê guhartin û ji adat û kevneşopiyên xwe bi dûr dikevin.

Li Hesekê komcivîna hevpeyvînê li ser koçberiyê hate lidarxistin
23 kanûn, 2023   17:04
HESEKÊ

Komeleya Rojavayê Kurdistanê ya Wêje û Çanda Kurdî bi sernavê ′Koçberî û bandora wê ya civakî-çandî(nasnameya neteweyî û kûrahiya endametiyê)′li Hesekê ya Cizîrê komcivîna hevpyevînê li dar xist.

Di komcivînê de bi dehan lêkolerên civakî, kesayetên çandî, nûnertên ji partiyên siyasî, rêxistin û komeleyên çandî beşdar bûn.

Di komcivînê de 2 mijarên sereke; têgeha giştî ya koçberiyê, perspektîfk û çareserî hatin nîqaşkirin.

Komcivîn ji hêla endamê rêvbera Komeleya Rojavayê Kurdistanê Sîpan Îsmaîl koçberî, sedem û bandorên wê yên neyênî li ser herêmê şîrove kirin û wiha got: "Li gorî rapora koçberiya cîhanê ya 2020′an ku rêxistina navneteweyî ya koçberiyê ji Hezîrana 2019′an ve derxistiye, nêzî 272 milyon welatî li tevahî cîhanê koçber bûne, anku 51 milyon welatî ji 2010′an zêdetir bûye. Sêyeka wan ji karkeran bûn. Ji hejmara giştî ya welatiyên cîhanê ya 2019′an ji sedî 3,5 koçber bûn."

Îsmaîl diyar kir ku bandorên neyênî yên mezin li ser nasnameya koçberan heye, ji ber ku hîs dike ew tev li civaka xwe ya resen nebûye.

Dûre beşdaran nîqaş kir û got beşa herî zêde koçber dibin ciwan û zarok in, bi wê re karker kêm dibin, binesaziya civakî tê guhartin û ji adalet û kevneşopiyên xwe bi dûr dikevin.

Komcivîn bi pêşkêşkirina rêbazên çareseriyê yên sînordarkirina koçberiyê, başkirina rewşa aborî û vekirina derfetên kar li pêş beşa ciwanan, bi dawî bû.

(fr)

ANHA