Civîna salê ya Yekitiya Kedkaran bi dawî bû

Yekitiya Kedkaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya salê bi gelek biryaran bi dawî kir; aktîfkirina sendiqa hevkariyê ya karkeran, qedexekirina bikaranîna jinên karker di saktorên taybet de û diyarkirina saetên xebatê.

Civîna salê ya Yekitiya Kedkaran bi dawî bû
Civîna salê ya Yekitiya Kedkaran bi dawî bû
Civîna salê ya Yekitiya Kedkaran bi dawî bû
Civîna salê ya Yekitiya Kedkaran bi dawî bû
Civîna salê ya Yekitiya Kedkaran bi dawî bû
Civîna salê ya Yekitiya Kedkaran bi dawî bû
Civîna salê ya Yekitiya Kedkaran bi dawî bû
Civîna salê ya Yekitiya Kedkaran bi dawî bû
Civîna salê ya Yekitiya Kedkaran bi dawî bû
23 kanûn, 2023   17:21
HESEKÊ

Yekitiya Kedkaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi diruşma ′Kedkar parêzvanên çandî exlaqî ne′ civîna xwe ya salê li hola Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a li taxa Til Hecer a Hesekê ya Cizîrê li dar xist.

Heverokê Yekitiya Kedkaran a Amûdê Qasim Mistefa perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan xwendin, dûre endama yekitiyê Nûşîn Ebdulezîz rapora malî û rêxistinî xwend.

Her wiha endamê Medclisa Giştî ya TEV-DEM′ê Fîras Cuma rewşa siyasî nirxand û wiha got: "Ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn û heta roja îro ve, hîna hêzên mezin û dewletên mezin dozên girêk ên li Rojhilata Navîn bi kar tînin. Şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de nijadperestiya olî gihand lûtkeyê."

Cuma wiha domand: "Fikra neteweya demokratîk projeyeke nû ye û di navbera pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê û Rêveberiya Xweser bi hemû saziyên wê yên leşkerî û sivîl, QSD′ê de tê qebûlkirin. Vê fikreyê roleke girîng û mezin di rêvebirina herêmê de lîst."

Cuma wiha li axaftina xwe zêde kir: "Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gaveke girîng û mezin e û dewletên netewe, di serî dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe hewl didin projeya Rêveberiya Xweser bi rêya şerê taybet an jî siyasî û çapemenî têk bibin."

Dûre beşdaran nêrînên xwe parvekirin û civîn bi gelek biryar û pêşniyaran bi dawî bû; xîtabên fermî saziyên rêveberiyê re ku xebat di hundir Yekitiya Kedkaran de were bipêşxistin û birêxistinkirin, alîkariyên (pere) di hundirê nivîsgehên yekitiyê de zêde bin, da ku piştgiriyê bide budceya yekitiyê, sendoqa hevkariya karkeran were aktîfkirin, bendên rêziknameyê di çarçoveya darayî de li gorî bihaya pereyên biyanî yên li gorî emeliyetan be dema karker birîndar dibin, werin guhartin, jinên karker ên di saktorên taybet de neyên bikaranîn, giştînameyek ji saktorên taybet re were derxistin da ku mûçeya saktora taybet li gorî mûçeyên Rêveberiya Xweser bin, saetên kar werin diyarkirin û 6 saet bin û her saetek bi 4 hezar lîreya Sûriyeyê be.

(fr)

ANHA