Li Hesekê hejmarek girtî hatin berdan

Piştî hevdîtina Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê Mehmûd Xelî Elî bi hejmarek malbatên girtiyên  koçberên Serêkaniyê re civiya hin girtî berdan.

Li Hesekê hejmarek girtî hatin berdan
Li Hesekê hejmarek girtî hatin berdan
Li Hesekê hejmarek girtî hatin berdan
27 tebax, 2026   22:34
HESEKÊ

Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê Mehmûd Xelî Elî bi hejmarek malbatên girtiyên ji koçberên Serêkaniyê ku li ser bûyerên dawî hatine girtin re civiya.

Ev hevdîtin piştî rêzecivîn û nîqaşên li Şamê hatin kirin ku pêşdeçûnên dawî û rêbazên çareserkirinê hatin nîqaşkirin pêk hatin.

Di civînê de Xelîl got ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn destdirêjiya li saziyên hikumetê red dike û diyar kir ku pêwîstî bi rêzgirtina saziyên dewletê û parastina wan heye û xebat li ser çareserkirina bandorên bûyerên dawî yên ji bo aramiyê were kirin.

Di civînê de, piştî soza nedubarekirina kiryarên berê û nebeşdariya di bûyerên binpêkirina ewlehî û aramiyê de hatin wergirtin hejmarek girtî hatin berdan.

(f)

ANHA