Entegrekirina endamên Ewlekariya Hundirîn ên Efrîn, Heleb û Şehbayê hate nîqaşkirin

Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê Mehmûd Xelî Elî di serdana Şamê de mekanîzmaya entegrasyona endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Efrîn, Heleb û Şehdayê bi Wezareta Hundirîn re nîqaş kir.

Entegrekirina endamên Ewlekariya Hundirîn ên Efrîn, Heleb û Şehbayê hate nîqaşkirin
27 tebax, 2026   22:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek taybet ji ajansa ra diyar kir ku Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê Mehmûd Xelî Elî di gera li Şamê ya du rojên borî de mijara tevlêbûna endamên berê yên ji Efrîn, Heleb û Şehba li nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêmên wan nîqaş kir.

Li gorî çavkanî, piştî bidawîbûna proseya entegrasyonê ya ku Mazlûm Ebdî li Şamê ragihandiye ev dosya hat pêşkêşkirin. Dosyaya endamên berê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li bajar û deverên bibîrxistî li ser maseya nîqaşê hat danîn.

Çavkanî destnîşan kir ku Wezareta Hundirîn daxwaz red nekir û diyar kir ku wezaretê hevkariya xwe nîşan daye.

Wezaretê anî ziman ku hevdîtinên tên payîn ku di demên pêş de di navbera fermandar Mehmûd Xelîl Elî û Wezareta Hundirîn a Efrînê de werin kirin dê mekanîzmaya entegrasyona endamên berê di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên girêdayî wezaretê de werin nîqaşkirin.

(f)

ANHA