Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên salvegera PKKˋê

Xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 46ˋemîn a damezrandina PKKˋê pîroz kir û got derketina PKKˋê ji bo gelê Kurd jiyaneke nû ye.

27 mijdar, 2024   16:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Rêveberiya Dibistanan a bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê bi wesîleya salvegera 46ˋemîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şahiyek li hola navend çand û hunerê ya bajêr li dar xist.

Di şahiyê de xelkê bajarê Çilaxa, bajarokên wê, malbatên şehîdan, rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd, endamên saziyên sivîl û xizmetguzarî yên li bajêr, endamên Kongra Star, endamên meclisa bajêr, ciwanên şoreşger û jinên ciwan beşdar bûn.

Di şahiyê de endamê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Sefo salvegera PKKˋê pîroz kir û got: "Derketa PKKˋê ji bo gelê Kurd ku êşên bindestî, qirkirin, helandin û înkarkirinê dikişandin, jiyaneke nû ye."

Rêvebera Komîteya Jinan a Rêveberiya Dibistanan Nezhet Seyfedîn rojbûna partiyê li ser Rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan, gerîla, welatparêzan û gelên cîhanê pîroz kir û got: "Tevgera azadiya Kurdistanê ji bo tevahî gelan, doza jinan û azadiya wê tê dikoşe."

Nezhet wiha domand: "Em ê li gorî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û diruşma ˋJin, Jiyan, Azadîˋ têkoşîna xwe mezin bikin."

Di dawiyê de stran, şano, helbet û dîlan hatin pêşkêşkirin.

TIRBESPIYÊ

Di heman çarçoveyê de pêkhateyên Tibespiyê li hola Roj a bajêr şahiyek li dar xist.

Di destpêka şahiyê de li dengê Rêber Abdullah Ocalan ê der barê damezrandina PKKˋê, qonaxên têkoşînê de hat guhdarkirin. Dûre rêveber Meclisa Malbatên Şehîdan Ziyor Elî axivî û got: "Damezrandina PKKˋê ji bo gelê Kurd û gelên bindest vejînek e. Ji ber ku bi saya têkoşîna wê êdî doza Kurd di qonaxa herî pêş de ye û gelê Kurd veguherî sembola azadî û têkoşîna cîhanî."

Di dawiyê de komên cûdî û Hîlala Zêrîn stran pêşkêş kirin, her wiha hunermend Tariq ê ji bajarê Til Hemîsê stran pêşkêş kirin.

KOBANÊ

Şêniyên Kobanê ji bo pîrozkirina salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê li Qada Şehîd Egîd a li Kobanê li hev civiyan.

Qad bi wêneyên Rêber Apo, alên PKK, KCK û PAJK hate xemilandin. Di heman demê de jî bi cil û bergên gerîla û Kurdî jin û ciwanan xwe xemilandin. Di nava şahiyê de bê navber dirûşmên 'Bijî Berxwedana Gerîla' û 'Bê Serok Jiyan Nabe' hatin qîrin.

Di destpêkirina şahiyê de Koma Çand û Hunerê û Hîlala Zêrîn Strana 'Vaye PKK rabû' got. Piştre ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin û endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihemed Mihemed axivî. Mihemed Mihemed diyar kir ku ew ê bi hemû hêza xwe dawî li dagirkeriyê bînin û got: "Bi ruhê Heqî, Sakîne û Mazlûman îroj me xwe isbat kir. Em ê bi wê hêzê berxwedana xwe ya 46'an dewam bikin. Îro gerîlayên me di nava mercên herî zehmet de li ber xwe didin, em jî wek ciwan em pişta gerîlayên xwe ne û em ê bi hêza ciwanan û şehîdan dawî li dagirkeriyê bînin."

Endama Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Apo Eyşe Efendî jî got, wezîfa vî gelî parastina nirxan e, şopandina rêya şehîdan e û got: "Rêber Apo ev bû 26 sal e di nava zindanê de ye. Rêber Apo jin zindî kir, divê em jî xwedî li silogana 'Jin, Jiyan, Azadî' derkevin û azadiya fîzîkî a Rêber Apo misoger bikin."

Dûre jî ji aliyê Navenda Çand û Hunerê û Hîlala Zêrîn her wiha mêvanên beşdar ji çand û Hunera Tebqa hunermend Şadî û ji Awazên YPG Aycan Kobanê stranên şoreşgerî hatin gotin û dîlan hate gerandin.

Şahî bi dirûşma "Bijî Berxwedana PKK'ê" bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Li Dirbêsjiyê li hola Îvan şahî bi beşdarbûna sazî û endamên saziyan hat organîzekirin.

Di şahiyê de rêvebera Kongra Star a kantona Cizîrê Berçem Botan axivî û salvegera PKKˋê pîroz kir.

Berçem wiha got: "PKKˋê gelê Kurd ji tarîtiyê rakir û destanên serkeftin û tolhildanê nivîsandin."

Her wiha koma Agirî yê Navenda Çand û Hunerê ya Amûdê bi beşdariya hunermend Hojîn Hêrez û hunermend Danîş Botan stran pêşkêş kirin.

Di şahiyê de keç û xortek soza tevlêbûna li nava gerîla da û got ew ê li ser şopa şehîdan û fikra Rêber Abdullah Ocalan bimeşin.

(fr)

ANHA

ÇILAXA