Li Dêrazorê pergala êşkence û qirkirinê hat şermezarkirin

Xelkê kantona Dêrazorê li dijî pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar xist û got sûcên ku dewleta Tirk a dagirker ji dema Rêber Abdullah Ocalan hatiye girtin ve pêk tînin li dijî cıvata navneteweyî û pransîbên mafên mirovan rikberiyek e.

Li Dêrazorê pergala êşkence û qirkirinê hat şermezarkirin
Li Dêrazorê pergala êşkence û qirkirinê hat şermezarkirin
Li Dêrazorê pergala êşkence û qirkirinê hat şermezarkirin
Li Dêrazorê pergala êşkence û qirkirinê hat şermezarkirin
Li Dêrazorê pergala êşkence û qirkirinê hat şermezarkirin
Li Dêrazorê pergala êşkence û qirkirinê hat şermezarkirin
27 mijdar, 2024   16:33
DÊRAZOR

Ji bo şermezarkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û banga azadiya wî ya fîzîkî xelkê kantona Dêrazorê xwepêşandaneke girseyî organîze kir.

Xwepêşandan ji pêş avahiya Meclisa Rêveber a li Meamil ya li herêma 7 Kîlo dest pê kir û li çerxerêya Meamil vegerî mîtîngê. Li wir rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarokê Cezrat Lîna El Silêman axivî û û biryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên birîn, herî dawî jî biryara qedexeya hevdîtina parêzeran bi Rêbertî re heta 6 mehên din."

Lîna wiha domand: "Biryara qedexeyê ya ku dewletên komploger pêk tînin, tu têkiliya wê bi mirovahiyê re nîne, mîna biryara bidarvekirina çalakger û siyasetmedarên jin ên li Îranê."

Her wiha cîgira hevserokatiya Meclisa Gelan a kantona Dêrazorê Huda El Xenam got: "Binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker ji dema girtina Rêber Abdullah Ocalan ve li dijî wî pêk tînin, li dijî cıvata navneteweyî û pransîbên mafên mirovan  ên 1948ˋan rikberiyek e."

Huda bêdengiya navneteweyî ya li hember van binpêkirinan bi sûceke giran li dijî demokrasiyê û li dijî rêberên parastina demokrasiyê dikin, wesif kir.

Xwepêşandan bi diruşma "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.

(fr)

ANHA