Li Helebê têkildarî vegera koçberan civîneke berfereh hate lidarxistin

Parêzgarê Hesekê, yê Helebê, yê Dêra Zorê û berpirsên leşkerî û ewlehiyê ji bo amadekariyên vegera koçberan li hevdû civiyan.

Li Helebê têkildarî vegera koçberan civîneke berfereh hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî vegera koçberan civîneke berfereh hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî vegera koçberan civîneke berfereh hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî vegera koçberan civîneke berfereh hate lidarxistin
30 tebax, 2026   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (şemiyê) li bajarê Helebê ji bo nirxandina rewşa koçberan û vegera wan civîneke berfereh li avahiya parêzgarê Helebê hate lidarxistin. Di civînê de parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, parêzgarê Helebê Ezam El Xerîb, parêzgarê Dêra Zorê Ziyad El Eyîş, fermandarê feyleqa duyemîn Ewad Mihemed El Casim, alîkarê Wezîrê Parastinê yê herêma Rojhilat Semîr Oso (Sîpan Hemo), endamê Meclisa Gel Mistefa Ebdî, berdevkê komîteya entegraskirine ya Serokatiyê Ehmed El Hîlalî, Gerînendeyê Ewlekariya Hundirîn a parêzgeha Hesekê Merwan El Elî, cîgirên parêzgarê Helebê Fewaz Hîlal û Elî Henûra û endamên nivîsgeha rêveber tev li civînê bûn.

Di civînê de rolê parêzgeha Helebê di kar û barên komîteya entegrekirine ya Serokatiyê û dosya vegera koçberan, hate ziman.

Her wiha di civînê de li ser amadekariyên ewlekariyê, xizmetguzarî, meydanî û îdarî yên girêdayî vegera koçberan nîqaş kirin.

Di dawiya civînê de parêzgarê Helebê anî ziman ku ew dosya vegera koçberan hîna dişopînin û dê bi aliyên têkildar re amadekariya vegera hemû koçberên herêmê bike.

(np)