Belavkirina mazotê ji bo xizmetên giştî li Hesekê hatiye rawestandin

Piştî ku rêveberiya sektora sotemeniyê di nava saziyên hikûmeta veguhêz de entegre bû, dayîna mazotê bo xizmetên giştî li Parêzgeha Hesekê hatiye rawestandin, amadekarî tê kirin ku bihayê sotemeniyê li seranserê hemû parêzgehên Sûriyeyê were yekkirin.

Belavkirina mazotê ji bo xizmetên giştî li Hesekê hatiye rawestandin
30 tebax, 2026   11:12
QAMIŞLO

Ji duh sibehê ve, piştî entegrekirina rêveberiya sektora sotemeniyê di nav saziyên hikûmeta veguhêz de, dayîn mazotê bo xizmetên giştî li seranserê Parêzgeha Hesekê hatiye rawestandin.

Karbidestekî di sektora sotemeniyê ya Hesekê de diyar kir ku radestkirina petrola xav bo rafineriyên herêmî hatiye rawestandin. Her wiha diyar kir carê rojane nêzîkî 3 hezar metrekup petrola xav digihişt rafineriyên herêmî.

Wî da zanîn kir ku mazot ji bo pêdiviyên sektorên girîng ên li parêzgehê, di nav de jenerator, nanpêjxane, veguhastina giştî û xizmetguzariyan dihat bikranîn, lê belavkirina wê ji duh sibehê ve hatiye rawestndin. Li gorî berpirsê sektora sotemeniyê, rayedarên peywendîdar ên hikûmetê rêveberiya sotemeniyê agahdar kirine ku belavkirina dê raweste heta ku bihayê wê li seranserê hemû parêzgehan were yekkirin.

Tê payîn ku ev biryara hikûmetê bandorek neyînî li ser xizmetên ku berê ji bo şêniyên parêzgeha Hesekê hebûn, bi taybetî di warên veguhastin û elektrîkê de, bike û her weha bandorê li ser hebûna avê, veguhastinê û bihayên kelûpelan bike.

(k)

ANHA