Li Helebê karmendên berê derketin xwepêşandanê

Bi dehan karmendên ku rejîma Baasê ji kar derxistibûn, derketin xwepêşandanê û daxwaz kir vegerin karên xwe.

Li Helebê karmendên berê derketin xwepêşandanê
12 îlon, 2026   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Qada Seed Allah El Cabirî ya bajarê Helebê karmendên ku di dema rejîma Baasê de ji kar hatibûn derxistin, xwepêşandan li dar xist.

Xwepêşandêran daxwaz kir ku mafên wan bidin wan û ew vegerin ser karên xwe.

Duh li Idlibê jî karmendên di dema rejîma Baasê de ji kar hatibûn avêtin, xwepêşandan li dar xistibû û daxwaz kiribû ku vegerin ser karê xwe.

(np)