Li gundewarê Himsê 6 şivan hatin kuştin

Hate zanîn ku li gundewarê rojhilatê Himsê di êrişeke çekdarî de 6 şivanan jiyana xwe ji dest da.

Li gundewarê Himsê 6 şivan hatin kuştin
6 hezîran, 2024   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku  çekdarên nenas "îhtimal heye şaneyên DAIŞ`ê bin" li gundê Ebû El Elaya yê rojhilatê Cib El Cirah ê li rojhilatê Himsê êriş şivanan kir.

SOHR, diyar kir ku di encama êrişê de 6 şivanan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek din birîndar bûn  ku li nexweşxaneya Basil a li taxa Zehra têne dermankirin .

SOHR diyar kir ku êrişker ber bi cihekî nediyar ve reviyan.

Li gorî SOHR`ê ji destpêka salê ve, di êrişên wisa de li çolistana Sûriyeyê 390 kes hatine kuştin.

(şx)