Ji ber êrişa li ser balyozxaneya DYA’yê 16 kes hatin destgîrkirin

Artêşa Lubnanê piştî êrişa li ser balyozxaneya DYA’yê ya li Lubnanê 16 kes destgîr kirin.

Ji ber êrişa li ser balyozxaneya DYA’yê 16 kes hatin destgîrkirin
6 hezîran, 2024   14:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Lubnanê ragihand ku li ser êrişa li dijî balyozxaneya DYA’yê ya li herêma Oker a çiyayê Lubnanê destpêkê 5 kes destgîr kirine.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Lubnanê heta niha artêşa Lubnanê 16 kes destgîr kiriye.

Çavkaniyan diyar kir ku êrişker sûriyeyî ye, navî wî Qeys El Firac e. Çavkaniyan gotin, êrişkar di pevçûnên gel artêşê de bi giranî birîndar bûye.

Hate gotin, êrişkar "piştevaniya Xezayê" wekî armanca êrişê nîşan da.

Dezgehên çapemeniyê yên ku agahiyên xwe dispêrin çavkaniyeke ewlehiyê ragihandin ku di êrişê de karmendekî lubnanî birîndar bûye. Her wiha destnîşan kir ku êrişker li herêma Mecdel Encer a Biqa li rojhilatê Lubnanê dimîne û bi tena serê xwe êriş pêk aniye.

Li gorî agahiyan, li ser singê êrişker nîşaneya rêxistina DAIŞ`ê hebûye.

(şx)