Li girtîgeha Sine 3 çalakvanan kurd dest bi greva birçîbûnê kirine

Li girtîgeha Sine 3 çalakvanên Kurd dijî binpêkirinên mafê mirovan, dest bi gireva birçîbûnê kirin.

Li girtîgeha Sine 3 çalakvanan kurd dest bi greva birçîbûnê kirine
19 tîrmeh, 2025   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera dengê binçavkiriyên Kurd û Îranê, li girtîgeha Sine ya li Rojhilatê Kurdistanê, 3 çalakvanên Kurd yên bi navê Narmîn Xuda Muradî, Hîkmet Seîdî yên xelkê Sine û Kameran Resulî yê xelkê bajarê Bane re, 4 rojin dest bi greva birçîbûnê kirine.

Li gorî heman çavkaniyê, her 3 Kurd dema wan ya binçavkirinê hatiye dirêjkirin û ji mafên xwe yên bingehîn, weke hevdîtina bi parêzer û peywendiya bi malbatê re bêpar tên hiştin. Hate gotin ku her 3 Kurdan dijî van binpêkirinane, 4 rojin dest bi greva birçîbûnê kirine.

Hêjayî gotinê ye her 3 çalakvanên Kurd du mehin ji aliyê hêzên Îstîxbarata Îranê ve bi fermana Dadwer hatine binçavkirin. Ji wê demê ve tevî ti sucdariyek ji bo wan ispat nebûye, bi ti awayî rewşa wan nayê zanîn û dibin çavan de tên ragirtin.