Di operasyona li Qamişloyê de bazirganekî hişbirê hate kuştin

Di operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Qamişloyê de bazirganekî hişbirê hate kuştin, yek birîndar bû û çend bazirganên din jî hatin destgîrkirin. Her wiha di operasyonê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî şehîd bû.

Di operasyona li Qamişloyê de bazirganekî hişbirê hate kuştin
19 tîrmeh, 2025   15:52
QAMIŞLO

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku li Qamişloyê di dema serdegirtina mala bazirganekî hişbirê de, hêzên wan hatine gulebarankirin û endamekî wan hatiye şehîdkirin, 4 jî birîndar bûne. Li gorî daxuyaniyê, li ser bersivdana hêzên wan, bazirganekî hişbirê hatiye kuştin. 

Di daxuyaniya fermandariyê de hate gotin: “Hêzên me danê sibehê roja Şemiyê 19’ê Tîrmehê, li gundê Terteb ê dikeve başûrê bajarê Qamişlo ku berê di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de bû, çalakiyek pêk anî.

‘BAZIRGAN BERÊ ENDAMÊ DÎFA EL WETENÎ BÛ’

Di serdegirtina mala bazirganekî hişbirê de ku berê endamê Dîfa El Wetenî bû, hêzên me ji gelek aliyan ve rastî gulebarana dijwar hatin û neçar man ku bersivê bidin cihê gulebaranê.”

Hate ragihandin ku piştî bersiva hêzên wan, di encama şer û pevçûnan de 4 endamên wan birîndar bûn û endamekî Yekîneya Têkoşîna li dijî Hişbirê şehîd bûye, her wiha bazirganekî hişbirê hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye û gelek bazirganên hişbirê ên ku dihatin xwestin jî, hatine destgîrkirin.”

Li gorî daxuyaniyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn dorpêçeke ewlehiyê li ser herêmê bi armanca şopandina kesên hatine xwestin, pêk tîne. Her wiha hate gotin ku dê hûrgiliyan piştî bidawîkirina lêpirsînan ji raya giştî re ragihînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê xwe bi hemû pêkhateyan piştrast dikin ku xebatên me yên ji bo têkoşîna li dijî belaya hişbirê dewam dikin.”