Li gelek bajaran bîranîna şehîd Viyan Soran

Di bîranînên şehîd  Viyan Soran de hate gotin "Îradeya jina azad dike planên dagirkeriyê têk bibe."

2 sibat, 2025   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera 19’emîn a şehadeta Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) e. Viyan Soran êvara 1’ê Sibata 2006’an li herêma Heftanînê li hemberî tecrîd û komployê çalakiya fedayî li dar xist û bedena xwe da ber agir.

HELEB

Bi vê wesîleyê Kongra Star civînek li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê li dar xist. Civîn li hola civînan a MSD`ê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û rêxistinên jinan  hat lidaraxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Akademiya Şehîd Hêzil a Kongra Star Zîlan Mihemed axivî. Zîlan qala jiyan û têkoşîna şehîd Viya Soran kir û got: "Şehîd Viyan di têkoşîna xwe de gelek bend û kelem şikandin û li Rojhilata Navîn bû semola têkoşîna jinan."

Piştre sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Viyan Soran û nameyên wê hat pêşandan.

Civîn bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Bi heman armancê, Meclisa Kongra Star a bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê merasîmê bîranînê li dar xist. Merasîm li hola PYD’ê bi beşdariya bi dehan şêniyan hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Viyan û çalakiya wê ya fedaî hat temaşekirin.

Ji rêveberên Kongra Star Nalîn Temo axivî û diyar kir ku şehîd Viyan Soran bi çalakiya xwe ya fedaî mîraseyeke têkoşîna azadiyê ji jinan re hişt.

Nalîn da zanîn ku îradeya jina azad dikare planên dagirkeriyê yên li dijî jin û civakê têk bibe.

Di dawiyê de nameyên şehîd Viyan Soran hatin xwendin.

ÇILAXA

Li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Çilaxa jî civînek bi amadebûna bi dehan endamên Kongra Star, saziyên sivîl, meclis û malbatên şehîdan hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtinê endama HPC’ê Sekîna Hec Mehmûd nameya şehîd Viyan Soran a ji bo jinan, Rêber Abdullah Ocalan, PKK û hevalên xwe yên YJA-Starê xwend.

Piştre jî sînevîzyonek li ser rêwîtiya têkoşînê ya şehîd Viyan Soran û çalakiya wê ya fedaî hat pêşandan.

Merasîm bi bezkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Meclisa Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê jî ji bo bîranîna şehîd Viyan Soran civînek li dar xist. Civîn li navenda Çand û Hunerê ya li bajarê bi beşdariya hejmarek mezin a jinan, endamên sazî, meclis û Kongra Star hat lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevseroka Meclisa bajarê Dirbêsiyê Raziya Îbrahîm têkoşîna şehîd Viyan Soran vegot û diyar kir ku şehîd Viyan karîbû wêneya klasîkê ya di civakê de hatibû rûniştandin biguhere û rêya azadiyê nîşanî jinan kir.

Raziya Îbrahîm di dewama axaftina xwe de anî ziman ku têkoşîna şehîd Viyan Soran qonaxeke girîng di civakê de bû û ev bang li jinan kir "Em jin divê şehîd Viyan Soran wekî mînak ji xwe re bigirin, rêya wê bişopînin û têkoşîna azadiya jinan mezin bikin."

Di dawiya civînê de sînevîzyonek  li ser jiyana şehîd Viyan û nameyên wê hat pêşandan.

TIL BIRAK

Meclisa Kongra Star a bajarê Til Birakê jî bi merasîmekê şehîd Viyan Soran bi bîr anî. Bi dehan jinên bajar, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin endama Kongra Star Sîmav Etê qala têkoşîna şehîd Viyan û rola wê ya rizgarkirina jinan kir.

Sîmav got: "Şehîd Viyan keçeke Kurd bû, li hemberî civaka feodal  a ku rola jinê biçûk xistibû sekinî û ji bo azadiya jinan gelek xebat da meşandin, li dijî komployên li ser tevgera rizgariya Kurdistanê  jî têkoşiya."

Piştî axaftina Sîmav, sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Viyan Soran hat pêşandan. Di dawiyê de dirûşmên "Bê jin jiyan nabe" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

BEYRÛT

Bi heman armancê, rêxistina PYD’ê ya Lubnanê bi amadebûna bi dehan endamên partiyê civînek li Beyrûtê li dar xist.

Di civînê de berprisa PYD’ê ya li Lubnanê Rêvan Kobanê axivî û got divê wateyên fedayetiyê ji têkoşîna şehîd Viyan Soran were girtin. Her wiha ji bo pêkanîna azadî û rûmetê banga mezinkirina têkoşînê kir.

Rêvan Kobanê kurtejiyana şehîd Viyan Soran vegot û wiha domand "Nameyên şehîd Viyan Soran mîna belgeya têkoşînê ye û tê de tekez kir ku garantiya serkeftinê ya gelê Kurd heye."

Rêvan Kobanê bal kişand ser berxwedana Bendava Tişrînê jî got: "Berxwedana li Bendava Tişrînê tê kirin şerekî leşkerî yê ji rêzê nîne, lê berdewama têkoşîna ji bo serketin û azadiyê ya bi rihê berxwedana şehîd Viyan Soran e. Îradeya gelan ji hêzên dagirker bihêztir e. Têkoşîn û berxwedan jî rêya mîsogerkirina serkeftin û rûmetê ne."

(bb)

ANHA