Li Erîvanê Cejna Newroz hat pîrozkirin

Di pîrozbahiya Newrozê ya li paytexta Ermenîstanê Erîvanê de banga xurtkirina yekitiya gel û têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.

Li Erîvanê Cejna Newroz hat pîrozkirin
22 adar, 2026   21:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Ermenîstanê Erîvanê li Mala Çandê ya Tev Çandê ya li herêma Proşyanê Newroz hat pîrozkirin.

Pîrozbahî ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di axaftinên piştî wê de hate destnîşankirin ku Newroz ji bo gelê Kurd roja berxwedan, serhildan û azadiyê ye.

Parlementer Kinyas Hesenov, Hevserokê Komîteya Kurdistan Silo Dirboyan û endama Yekîtiya Jinên Azad Seyran Celand jî axivîn û diyarkirin ku divê Newroz bibe roja ku yekîtiya gel û têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were xurtkirin.

Peyama pîrozbahiyê ya Hevserokê Ermenîstanê Nikol Paşinyan jî hate xwendin.

Pîrozbahî ku bi tevlîbûna Kurdên ji Elegez, Armavir û Erîvanê pêk hat, bi stranên hunermend Gulê Bejnê, Zagros Rojhilat, Medya Şemoyan û koma Bihar bi govendê dewam kir.