Îsraîlê mûşekek li asîmanê Sûriyeyê xist

Pergala parastina asîmanî ya Îsraîlê mûşekek tê texmînkirin ku ya Îranê ye li asîmana parêzgeha Humsê ya Sûriyeyê xist xwarê.

Îsraîlê mûşekek li asîmanê Sûriyeyê xist
22 adar, 2026   22:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku pergala parastina asîmanî ya Îsraîlê ragihand ku mûşekek tê texmînkirin a Îranê li asîmanê bajarê Qisêr ê Husmê yê Sûriyeyê xistiye xwarê. Lê agahiyên der barê ketina cihê mûşekê û ziraran de nehatin bibîrxistin.

Berê jî pergala parastina asîmanî ya Îsraîlê li derdora bajarokê Qisêbe yê Qunetîrayê xistibû xwarê, parçeyên mûşekê li nava zeviyan ketin, tenê zirarên madî çêbûn.

Mûşekek din jî ya Îranê li nava zeviyên çandiniyê yên nêzî bajarokê Um Batîne ji hêla pergala parastina asîmanî ya Îsraîlê ve hatibû xistin.

(fr)